Li dijî bargehên girêdayî Qereqola Abali ya Licê çalakî
Li dijî bargehên girêdayî Qereqola Abali ya navçeya Licê ya Amedê danê êvarî çalakî hate lidarxistin.
Li dijî bargehên girêdayî Qereqola Abali ya navçeya Licê ya Amedê danê êvarî çalakî hate lidarxistin.
Li gundê Abala ya navçeya Licê ya Amedê li dijî bargehên girêdayî Qereqola Abali danê êvarî çalakî hate lidarxistin. Li gor agahiyan, şerê piştî çalakiyê bi deqeyan dewam kiriye.
Piştî şer rawestiya jî gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Tê gotin ku ji ber çalakî û şer leşkerên mirî û birîndar hene.
Piştî çalakiyê jî artêşa Tirk bejahiya gundên Qirêdarê û Xosorê dan ber topan. Bi topên ji Qişleya Leşkerî ya YÎBO ku li navenda navçeya Licê ye, bênavber bejahiya gundan ev saetek e tê bombekirin.