Li Wanê piştî lêhiya ku bû sedema gelek ziraran, heta niha ne Walitiya Wanê ne jî hikûmeta AKP’ê ji bo tezmînkirina welatiyan tu tişt nekiriye. Jixwe hê birînên erdhejê nehatine kewandin. Endamê Meclîsa Giştî ya Wanê Senar Elter bertek nîşanê helwestê da û got: “Çend meh beriya niha li Samsunê jî lêhî rabûbû. Ev qas jî zirar çênebûbû hikûmeta AKP ji bo wê derê seferber bûbû û di zûtirîn demê de ew der wekî ‘Herema Karesate’ îlan kiribû. Di vê rewşê de tê dîtin ku di navbera gelê herema Deryareş û gelê kurd de cudakarî tê kirin.”
Li Wanê, 2’yê îlonê li navçeyên Qelqelî, Seray, Elbak û Payîzavayê nêzî 54 gund di bin lêhiye de mabûn û di encamê de li Qelqeliyê welatiyên bi navê Ecevît Ozbulak û Şîro Ozbulak jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa li van gundan gelek mal û gov di encma lêhiyê de hilweşiyan, şebekeyên ava vexwarinê û zeviyên çandiniyê zirar dîtin. Li gor agahiyan heta niha ne Walîtiya Wane ne jî hikumeta AKP’e ji bo tezmînkirina zirara gundiyan tu tişt nekirine. Jixwe gelê herêmê, heta niha birîna erdheja di sala 2011 de pêk hat û di encamê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan nekewandiye û xemsariya dewleta Tirk a li hemberî vê yekê tê zanîn.
Piştî lêhiyê endamên Meclisa Giştî ya Bajarê Wane yen BDP’î çûbûn herema lehiyê û li vir lêkolîn kiribûn. Rapora ku piştî van lêkolînan ji aliyê endamên meclîsên yên BDP’yî ve hatû amadekirin, duh di rûniştina meclîsê de hat qebûlkirin.
‘BILA BIKIN HEREMA KARESATÊ’
Di raporê de bal hat kişandin ku li herema lêhiyê jiyana welatiyan di bin gelek astengiyan de ye û hat xwestin ku di zûtirin demê de tedbîr bên girtin. Di berdewama rapora ku ji 4 rûpelan pek tê de ev tişt tên gotin: “Pompeyên avê û trafoyên ceyrane ku ji ber lêhiyê zirarek mezin dîtine lazime bi lez bên temîrkirin. Divê cihê ceman werin rêkûpêkkirin û ev der werin islahkirin. TOKÎ’yê di nava cihê çeman de avahî çêkirine bila ev jî di ber çav de were derbaskirin. Dîsa din ava demek kin de pêwîste ku cihên ku ji lêhiyê zirar dîtine wekî ‘Herema Karesatê’ bê îlankirin û di vê çarçoveyê de zirara gundiyan were tezmînkirin.”
GELEK GUNDAN ZIRAR DÎT
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Wanê Senar Elter BDP’î der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û gazincên xwe anî ziman. Elter, diyar kir ku piştî lehiyê çûne navçeya Elbakê û li vê derê hin lêkolîn kirine. Etler di berdewamê de wiha daxuyand: “Wekî endamên Meclîsa Giştî, ji bo em biçin herêma lêhiyê me ji Midûriyeta Îdareya Taybet a Wanê ku giredayî walîtiyê ye wesayîtek xwest. Lê wan bi hinceta ‘Di destê me de wesayît tune ye’ ev daxwaza me nebersivandin. Em ji bi derfetên xwe çûn heremê. Li herêma lêhiyê heta niha ne Walitiya Wane, Îdareya Taybet ne jî hikûmeta AKP’ê tu tişt nekirine. Me li gundên Solxaç, Avzan, Pîs, Heretis, Rêkana Jorin û Rêkana Jêrîn lêkolîn pêk anîn. Di encama van lekolînan de me dît ku van deran hemû rêyên gundan xerabûne, şebekeyê avê xera bûne. Ev çend roj e ji ber ku ava vexwarinê tuneye gundî ava çeman û ya lêhiyê bi kar tînin. Gelek mal û govê welatiyan hilweşiyane û sewalên wan jî telef bûne. Dema me rewş ji rayedarên walîtî û îdareya taybet re ragihand bi hincetên wekî ‘Em testpît dikin, pereyemê tune ye’ mijarê piştguh dikin. Lê em dizanîn ku di bûtçeya Îdareya Taybet te ji bo karesatê 412 hezar TL pere hatiye veqetandin. Em nizanin çima ev pere ji bo welatiyan nayê bikaranîn.”
‘CUDAKARIYÊ DIKIN’
Elterer, gotinên rayedaran derewand û got ku heta niha li tu gundan zirara welatiyan nehatiye testpîtkirin. Elter axaftina xwe wiha domand: “Di encama vê karesatê de zêdetirê 50 gundan zirar ditiye mal û govên welatiyan zirar dîtine. Lê ne Wane ne jî hikûmeta AKP’ê hêj tu tişt nekiriye. Ev jî tê wê wateyê ku gelê heremê wekî sûcdarê potansiyel te dîtin. Çend meh beriya niha herêma Deryareş li Samsunê jî lêhî rabûbû. Ev qas jî zirar çênebûbû hikûmeta AKP ji bo wê derê seferber bûbû û di zûtirin demê de ew der wekî ‘Herema Karesate’ îlan kiribû. Di vê rewşê de te dîtin ku di navbera gelê herema Deryareş û gelê kurd de cudakarî tê kirin. Niha li herêma lêhiyê ava vexwarinê tune ye. Welatiyên me yên li wê derê ava çeman vedixwin. A niha wê nexweşî rû bidin lê tu tişt hêj nehatiye kirin.”