Tîmên taybet û polîsan bi ser mêvanxaneya Şaredariya Dêrsîmê de girt û 4 kes binçav kirin.
Tîmên taybet û polîsan serê sibê bi ser mêvanxaneya Şaredariya Dêrsîmê de girt. Hate zanîn ku polîsan û timên taybet li mêvanxaneya xwendekar û malbat lê dimînin lêgerîn kirin û 4 kes binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehate zanîn.
Hate ragihandin ku polîs û tîmên taybet derî û paçeyên mêvanxaneyê şkandin û li xwendekarek xistin.