Li Dêrsimê riya 280 gundan hate girtin

Li Dêrsimê riya 280 gundan hate girtin

Li Dêrsimê piştî berfa duh barî rêya 280 gundan hate girtin û li navenda bajar nîv metre berf ket erdê.

Li Dêrsimê ji duh ve berfa li navend û navçeyan dibare didome. Li gorî agahiyan, ji ber sedema barîna berfê riya 280 gundan hatin girtin. Xebatên ekîbên Şaredariya Dêrsimê yên vekirina rêyan bênavber didomin. Welatiyan ji ber sedema barîna berfê zehmetî kişandin û li navenda bajar qasî nîv metre berf ket erdê. Ji ber barîna berf û bagerê riya navbera Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pilûrê ji bo çûn hatine tangasi derdikevin. Ji ber vê sedemê destûra derbazbûna Qamyon û wesiyatên TIR nayê dayîn.