Li Dêrsimê Rêvazê cihê xwe li ser dezgehan girt
Li qûntarên bilind ên çiyayê Munzurê, Rêvaza ku xwezayî şîn dibe, li Pilûrê li ser dezgehan cihê xwe girt.
Li qûntarên bilind ên çiyayê Munzurê, Rêvaza ku xwezayî şîn dibe, li Pilûrê li ser dezgehan cihê xwe girt.
Li qûntarên bilind ên çiyayê Munzurê, Rêvaza ku xwezayî şîn dibe, li Pilûrê li ser dezgehan cihê xwe girt. Rêvaz ku bi Tirkî navê wê ‘işkin e’ û li her çar parçeyê Kurdistanê li xwezayê şîn dibe, li Botanê jî wek ‘Ribês’ tê zanîn. Rêvaz a li herêmên bilind şîn dibe, ji aliyê gelê herêmê ve tê gotin ku di serî de ji bo diyabetê û gelek nexweşiyan re baş e. Rêvaz her sal bi mehên biharê re bi helîna berfê re li çiyayan dertê û îsal jî ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibîne. Li Dêrsimê barîna baranê, bû sedema ku Revaz dereng derkeve piyasayê. Dêrsîmî ji nû ve derketin çiyayê Munzurê û vê tehma xwezayî berhev dikin.
Nebatên xwezayî yên di avhewaya biharê de şîn dibin, dibe çavkaniya debarê ya welatiyên bêkar.