Polîsên Tirk serê sibê li Dêrsîmê bi ser avahiyên BDP'ê yên bajar û navçeyan, Şaredariya Dêrsimê û gelek malan de girt. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin û lêgerînên li avahiyên BDP'ê û şaredariyê berdewam dike.
Li Dêrsîmê serê sibê bi ser avahiyên BDP'ê yên Dêrsimê, Şaredariya Dêrsimê û gelek malan de girt. Di serdegirtinan de ligel polîsan tîmên taybet jî cih girt. Lêgerîn berdewam dikin û gelek kes hatin binçavkirin.
Navên heta niha de serdegirtinan de hatin binçavkirin wiha ne: Xebatkara Midûriyeta Qelma Taybet a Şaredariyê Gulten Kahraman, Berpirsiyara Têkiliyên Gel û Çapemeniya Şaredariya Dêrsîmê SevÎm Soylu, Rêveberê BDP'ê yê berê Halîl Ateş, Rêveberê BDP'ê yê Dêrsîmê Alî Haydar Îpekoglu, endamên Meclîsa Şaredariyê Şahîn Kiliç, Ozgur Soylemez, Çetîn Aran, Huseyîn Tunç û Berdevka Meclîsa HDK'ê ya Dêrsîmê Gulten Akgun.