Hat ragihandin ku li herêmên bejahiya navenda Dêrsimê û navçeya Pulurê, di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de pevçûnên dijwar diqewimin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bejahiya gundên Aşagitorunoba, Çambulaj, Gozen û Sarıtaş yên Dêrsimê di navbera gerîlayên Kurd û artêşa Tirk de pevçûnek qewimî. Hate zanîn ku artêşa Tirk herêmê bi dijwarî bombebaran dike, der barê kuştî an jî birîndaran de tu agahî nehat bidestxistin.