Li nêzî Qereqola Cendirmeyan ya Gundê Yuceldî ya ser bi navçeya Xozatê ve di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkeran de pevçûnê rû da. Hate îdîakirin ku, di pevçûnê de 2 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku, li herêmê operasyon hatiye berfireh kirin û pevçûn rû didin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, li nêzî Qereqola Cendirmeyan ya Gundê Yuceldî ya ser bi navçeya Xozat ya Dêrsimê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkeran de pevçûnê rû da. Hate ragihandin ku, piştî pevçûnê gelek leşker şandine herêmê û car carna pevçûn rû didin. Piştî pevçûnê ji Fermandariya Cendirmeyan ya Dêrsimê û 51’mîn Fermandariya Tûgaya Motorî leşkerên taybet perwerdekirî bi helîkopteran veguhestin herêmê. Di çarçoveya operasyonê de hate ragihandin ku, Geliyê Çet ji aliyê helîkopterên kobra ve bi awayek dijwar tê bombebarankirin.
Daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Walîtiya Dêrsimê ve hatiye dayîn, îdîa kir ku di pevçûnê de 2 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.