Li Dêrsimê otobusa karker ji bendavê re dibirin şewitandin

Li Dêrsimê otobusa karker ji bendavê re dibirin şewitandin

Li Dêrsimê gêrîlayên HPG’ê otobusa ku karker ji şantiyeya HES’ê ya Bendava Tatar re dibirin şewitandin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, gêrîlayên HPG’ê li nêzîkî gundê Îsmaîllî yê Dêrsimê rê kontrol kirin. Di dema kontrolê de gêrîlayan otobusa ku karker ji şantiyeya HES’ê ya Bendava Tatar ku çêkirina wê hêjan didome dibirin rawestandin, piştî ku ajovan û alîkarê wî anîn xwar agir bi otobusê xistin.

Gêrîlayan ragihand ku, ew dê destûr nedin ti wesayît ji bo bendavan derbaz bibin û dê çalakiyên wan ji niha û pêve bidomin.