Li Dêrsimê operasyonên siyasî hatin şermezar kirin

Li Dêrsimê operasyonên siyasî hatin şermezar kirin

Rêxistinên Demorkatîk yên Dêrsimê bi meşekê serdegirtina polîsan ya di ser avahiyên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredarî û malan de şermezar kir. Halîs da diyarkirin ku, “hikûmeta AKP'ê ya ji rêjandina xwînê têrnebû ji girtina mirovan jî têrnebû.”

Rêxistinên Demokratîk yên Dêrsimê, serdagiritinên polîs û tîmên taybet ên serê sibê li hemberî avahiyên BDP'ê yên Bajar, navçeyên Qisle, Pertag, Şaredariya Dêrsim û gelek malan bi meşekê şermezar kirin. Bi sedan kesên li Kolana Hunerê hatin cem hev bi sloganên "Binçavkirin, girtin û zext me bêzar nakin", "Li hemberî faşîzmê mil bidin hev", "AKP şaş nebe sebra me nefûrîne" û "Roj dê bê AKP dê hesabê bide" heta ber Şaredariya Dêrsimê meşiyan. Li vir Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn axivî û diyar kir ku, di operasyonên li navenda Dêrsimê û navçeyan de heta niha 16 hevalên wan hatin binçavkirin û ew li hemberî van pêkanîn biyanî nînin.

'EM TESLÎM NABIN'

Şahîn anî ziman ku, ew bedela xwedî li nasname, rûmeta mirovahiyê û baweriyan derketin baş dizanin. Şahîn da zanîn ku, li ser navê hiqûq û demokrasiyê her tişt binpê kirin û wiha got: "Dibêjin ji bo mafên mirovan û demokrasiyê ye. Li şûna her hevalê me dê hêj bi hêz bêdagirtin. Em soza vê yekê didin."

Piştî daxuyaniyê girse careke din bi sloganan heta ber Midûriyeta Polîsan ya Dêrsimê meşiya. Li vir Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs axivî û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê ya ji rêjandina xwînê têrnebû ji girtina mirovan jî têrnebû.

Halîs bal kişand ser operasyon û binçavkirinan û wiha got: "Heval û hilbijêrên me hatin binçavkirin. Li vî welatî têkoşîna demokrasiyê dayîn nabe, yên derdikevin çiyayan tên qetilkirin. Kesên siyasetê dikin tên girtin. Duh li meclîsê hevdîtinên bûdçeyê hebûn. Serokwezîr tabloyekî gelek xweşîk xîz kir. Lê behsa qereqol û girtîgehên li ser keda welatiyên xizan hatin çêkirin nehatin vegotin. Em telîm nabin. Berxwedan dê her tim hebe. Ligel em ji bo xwe têkoşînê dikin rojekê ji bo Erdogan bikeve girtîgehê jî dê xebatan bikin."

Piştî daxuyaniyê li ber Midûriyeta Polîsan çalakiya rûniştinê pêk hat.