Li Dêrsimê mirina bigûman ya leşker

Li Dêrsimê mirina bigûman ya leşker

Leşkerê bi navê Remezan Îpek yê ji Amedê ku li Qereqola Cendirmeyan ya Karakoyûnê ya ser bi navçeya Pilûra Dêrsimê leşkertî dikir, hate îdîakirin ku dema nobet diguhertin ji çeka leşkerê dewirgirtî gule teqiyaye û jiyana xwe ji dest daye.

Leşkerê binavê Remezan Îpek yê ku li Qereqola Cendirmeyan ya Karakoyûnê ya ser bi navçeya Pilûra Dêrsimê leşkertî dikir, hate îdîakirin ku dema nobet diguhertin ji çeka leşkerê nobet dewirgirtî gule teqiyaye û jiyana xwe ji dest daye. Îpek yê ji mezraya Maden yê ser bi gundê Gullu yê navçeya Pasûra Amedê û 3 meh mabûn ji bo leşkertiya wî xilas bibe, hate ragihandin ku cenazeyê Îpek ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xerpêtê.

Dema ku malbata Îpek agahî girt, hate hînbûn ku çûne Xerpêtê. Hate ragihandin ku, piştî otopsiya cenazeyê Îpek dê bînin Amedê.