Li Dêrsîmê jiyan rawestiya

Li Dêrsîmê jiyan rawestiya

Dêrsîm ji bo ku Sakîne Cansiz oxirê rêwîtiya bê dawî bike, jiyan rawestand.

Ji bo Sakîne Cansiz ku yek ji damezrînerên PKK’ê bû û di 9’ê çile de li Parîsê bi awayekî hovane hat qetilkirin, li Dêrsîmê bo pêkanîna merasîma cenazeyê jiyan rawestiya.

Li seranserê bajar ji bilî nanpêş û dermanxaneyan esnafan kepenk venekir. Cenazeya Cansiz li gorî saeta herêmî saet di 11.00’an de dê ji cenxaneyê bê wergirtin û bibin mala wê ya ku ji dayik bûye. Saet di 12.00’an de jî dê li goristana Asrî bispêrin axê.