Duh di demjimêrên şevê de li gundê Hanûşagi yê girêdayî navçeya Pilûra Dêrsimê, hirç ket çayxaneyekî 6 kes têde. Ji gundiyên dema di çayxaneyê de sohbet dikirin hirç ket hundir, 5 gundiyan firsend dît xwe ji çayxanê biavêjin lê kesê bi navê Muzaffer Gezîcî nekarî û hirçê êrîş kirê. Gundiyên din careke din vegeriyan, bidaran ketin pey hirçê û hirç reviya nav daristanê.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, duh li gundê Hanûşagi yê girêdayî navçeya Pilûra Dêrsimê li derdora demjimêrên 21.00 yê şevê, dema 6 hevalên ku li çayxaneyê rûniştîbûn û sohbet dikirin, carekê de derî vebû û bi hirçekê re rû bi rû matmayî man. Gundiyên ku demekê bêtevger man, 5 ji wana firsend dît û reviyan lê Muzafer Gezîciyê 41 salî nekarî ji çayxaneyê bireve. Gezîcî demek kurt bi hirça êrîşî wî kir re şer kir, dîsan hevalên wî vegeriyan alîkariyê. Gundiya bi darên ji derve girtin li hirçê xistin. Hirça êrîşker ji ber lêdana daran neçarman bireve nav daristanê, her wiha Muzafer Gezîcî jî ji hinek deverên xwe sivik birîndar bû.
Muzafer Gezîcî bi alîkariya hevalên wî şeva din ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pilûrê û vê sibehê ew ji nexweşxaneyê derket.