Li Dêrsimê hêjmara binçavkiriyan giha 16’an

Li Dêrsimê hêjmara binçavkiriyan giha 16’an

Polîsên AKP’ê yên di demjimêrên serê sibehê de di ser avahiyên BDP’ê, şaredarî û malên rêveberên Kurd yên li Dêrsim, Pertek û Qisleyê degirtin, hêjmara binçavkiriyan giha 16’an.

Polîsên AKP’ê li navenda Dêrsim, Pertek û Qisleyê di demjimêrên serê sibehê de hemwext di ser avahiyên BDP'ê, şaredarî û malên rêveberên Kurd de girtin. Di serdegirtina polîsên AKP’ê de bi fermanda Dozgeriya Komarê ya Meletiyê de hêjmara binçavkiriyan giha 16’an û birin Midûriyeta Polîsan ya Dêrsimê. Polîsan di serdegirtina malan de hardîskên kompîteran, pirtûk û gelek ewraqên şaredariyê desteser kirin.

Hate ragihandin ku hejmara kesên hatin binçavkirin derket 16 kesan. Hate hînbûn ku, di serdagirtinên li navçeya Pulur ya Dêrsîmê de Endamê Meclîsa Şaredariyê Alî Kandîl û kesekî navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin.

Polîsan li Dêrsimê Midûrê Kalema Taybet ya Şaredariya Dêrsimê Gurkan Kahraman, Berpirsyarê Karê Çamemeniyê û têkiliya Gel Sevîm Soylu, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê M. Hanifi Bekmezci, Serokê BDP'a Qisleyê Şukru Ertaş, Rêveberê BDP'ê Alî Haydar Îpekoglu, Endamê Meclisa Giştî ya Bajar Serdar Erdogan, Rêveberê Qilûba Sporê ya Dêrsimê Çetin Aran, Reveberê BDP'a Dersimê yê berê Halîl Ateş, Serokê BDP'a Navçeya navendî Ozgur Soylemez, endamê Şaredariyê Şahin Kiliç, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê berê Huseyin Tonç, Rêveberê BDP'a Bajar Veysel Aksoy, Serokê BDP'ê yê berê yê Pertekê Îsmaîl Atay, Xebatkara şaredariyê Şukran Yilmaz binçavkirin.