HPG’ê ragihand ku, dema gêrîlayên me li ser rêya Dêrsim-Erziromê kontrola rê dikirin, pevçûnekê rû da û di encamê de gêrîlayekî me jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, di 11’ê Cotmehê demjimêr 15.50’an de gêrîlayên me li ser veqetîna rêya Tevneşî ya li ser rêya Dêrsim-Erziromê çalakiya rê kontrolê kirine. Di dema kontrolê de 4 kesên di mînîbûsê de gule li gêrîlayan reşandin. Li ser vê yekê demek kurt pevçûnê rû da.
HPG-NÇR ragihand ku, di encama pevçûnê de “kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatin zelalkirin. Her wiha gêrîlayekî me di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da.”
Nasnameya gêrîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye:
Şukrî Agirbaş bi nasnav Harûn Wan, li Qelqelî/Wanê ji dayîk bûye.