Li Dêrsimê êrîşî qereqolê kirin

Li Dêrsimê êrîşî qereqolê kirin

Di demjimêrên şevê de komek ya gêrîlayên HPG’ê êrîşî Qereqola Cendirmeyan ya Kullu ku li bejahiya navçeya Pilemûriya Dêrsimê kirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, komek ya gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên 17.30’an de êrîşî Qereqola Cendirmeyan ya Kulluyê kirin. Di serdegirtinê de di navbera gêrîla û artêşa Tirk de pevçûnên dijwar rû dan, her wiha di derbarê mirî û birîndaran de agahî nehate girtin.

Hate ragihandin ku, piştî pevçûnan helîkopterên kobra herêm bêserûber dane ber bombeyan.