11'ê berfanberê li Dêrsim, Edene û Rihayê tîmên taybet bi ser gelek mal û saziyên Kurdan de girtibûn. Di serdegirtina mal û şaredariyan de li Dêrsimê 15 kes, li Edeneyê 5 kes li Rihayê jî 6 kes hatibûn binçavkirin. Ji 26 kesên ku veguhestin dozgeriyê, li Dêrsimê 13 kes, li Rihayê 6 kes, li Edeneyê jî 2 kes hatin girtin.
Li Dêrsîmê 11'ê berfanbarê di serdegirtina avahiya BDP'ê ya bajar û navçeyên Qisle û Pertagê, şaredariyê û gelek malan de 15 kes hatibûn binçavkirin. Serdegirtin bi fermana Dozgerê bi Rayeya Taybet ê Meletiyê pêk hatin. Kesên hatin binçavkirin piştî pirsiyariya wan a Midûriyeta Polîsan a Dêrsîmê bi dawî bû veguhestin dozgeriya Komarê ya Meletiyê.
Dozger piştî îfadeya 15 kesan girt xebatkarê şaredariyê Şukran Yilmaz û Rêveberê Klûba Dersimsporê Çetin Aran serbest berda, 13 kes jî bi daxwaza girtinê veguhestin dadgeha nobedar. Dîwana nobedar a Meletiyê jî Midûrê Qelemê yê Taybet ê Şaredariya Dêrsîmê Gurkan Kahraman, Berpirsiyara Têkiliyên Gel û Çapemeniyê Sevîm Soylu, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê M. Hanîfî Bekmezcî, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qislê Şukru Ertaş, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê bajar Alî Haydar Îpekoglu, Serokê Meclîsa Giştî yê berê Serdar Erdogan, Rêveberê BDP'ê yê berê Halîl Ateş, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Ozgur Soylemez, Endamê Meclîsa Şaredariyê Şahîn Kiliç, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê berê Huseyîn Tonç, Rêveberê BDP'ê Veysel Aksoy, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Pertagê yê berê Îsmaîl Atay û Endamê Meclîsa Şaredariyê Alî Kandîl bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" girt û şandin Girtîgeha tîpa M ya Malatiyê.
LI EDENEYÊ 2 KES HATIN GIRTIN
Li Mêrsînê jî ji 5 kesên hatin binçavkirin 2 kes jê hatin girtin. Ji 5 kesên bi navê Yucel Ozyolcu, Bilal Kayran, Ayşe Aslan, Yusuf Yaşar, Mahmut Yakut, Songul Gulenyuz û Mahmut piştî li dozgeriyê îfade dan Yucel Ozyolcu û Mahmut serbest hatin berdan. Kayran, Aslan, Yaşar, Yakut û Gulenyuz veguhestin dadgehê. Heyeta dadgehê jîe Kayran,Yaşar û Gulenyuz serbest berdan û Aslan û Yakut bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" girtin û şandin Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê.
LI RIHAYÊ JÎ 6 KES HATIN GIRTIN
Li navçeya Bîrecîka Rihayê jî 6 kesên di 11'ê berfanbarê de hatin binçavkirin her 6 kes jî hatin girtin. Kesên hatin girtin navê wan wiha ne: "Halil Yavuzel, Halîl Ceylan, Nurî Demîr, Kadîr Oguz, Mazlum Polat, Îbrahim Halîl Okten."