Polîsên AKP’ê serê sibê di ser avahiya BDP'ê ya bajar, navçeya navendî, Qislê û Pertekê û avahiyên şaredariyên Dêrsim, Qislê û Pertekê de girtin. Li Dêrsim û navçeyên wê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin.
Polîsên AKP’ê li navenda Dêrsim, Pertek û Qisleyê di demjimêrên serê sibehê de hemwext di ser avahiyên BDP'ê, şaredarî û malên rêveberên Kurd de girtin. Polîsan bi fermana Dozgerê Komarê yê Meletiyê 14 kes binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Dêrsimê. Polîsan di serdegirtina malan de hardîskên kompîteran, pirtûk û gelek ewraqên şaredariyê desteser kirin.
Polîsan li Dêrsimê Midûrê Kalema Taybet a Şaredariya Dêrsimê Gurkan Kahraman, Berpirsyarê Karê Çamemeniyê û têkiliya Gel Sevîm Soylu, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê M. Hanifi Bekmezci, Serokê BDP'a Qisleyê Şukru Ertaş, Rêveberê BDP'ê Alî Haydar Îpekoglu, Endamê Meclisa Giştî ya Bajar Serdar Erdogan, Rêveberê Qilûba Sporê ya Dêrsimê Çetin Aran, Reveberê BDP'a Dersimê yê berê Halîl Ateş, Serokê BDP'a Navçeya navendî Ozgur Soylemez, endamê Şaredariyê Şahin Kiliç, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê berê Huseyin Tonç, Rêveberê BDP'a Bajar Veysel Aksoy, Serokê BDP'ê yê berê yê Pertekê Îsmaîl Atay, Xebatkara şaredariyê Şukran Yilmaz binçavkirin.
Pişti terora polîsên AKP’ê serdegirtin û binçavkirina nûnerên saziyan û xizmên kesên hatin binçavkirin li ber avahiya şaredariyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Kom ji ber şaredariyê heta Qada Komarê meş pêk anî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Şaredar Edibe Şahin axivî û diyar kir ku, êdî ew her roj bi serdegirtina malan hişyar dibin û ew van operasyonan şermezar dikin. Şahîn, anî ziman ku ew dê heta dawî li hemberî van zextan têbikoşin û operasyon şerezar kirin.
Hevserokê BDP'ê yê Dêrsimê Şerafettin Halis jî operasyonê di bin navê KCK'ê de li hemberî BDP'ê pêk tê şermezar kir û xwest operasyon bi dawî bibin