li Dêrikê Tevgera Civaka Demokraîk(TEV-DEM) ji bo nirxandina rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûryeyê civîna Gel lidarxist.
Li Dêrikê di mala Gel ya bajêr de TEV-DEM'ê bi beşdariya bi sedan kesî ji bo nirxandina rewşa dawî ku Rojavayê Kurdistanê û Sûryeyê jiyan dike, civîna gel lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endmê TEV-DEM'ê Hesen Koçer li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûryeyê axivî. Koçer diyar kir ku, şerê di li Sûryeyê de tê meşand ne di navbera Rejîmê û muxalefetê tenê de ye, hêzên navnetewî di şerê li Sûryeyê dimeşe de hene. Ji bo berjewendiyê xwe ketine nava şerê ku didome. Her wiha Koçer da zanîn ku, tu berjewendiyê gelê Sûryeyê li ber çav nayên girtin ji ber wê şoreşa gelê Sûryeyê ji riya aştiyane hate derxistin.
Koçer destnîşan kir ku, eger şerê li Sûryeyê bi rengê xwe yê niha bidome, wê bandora xwe li welatên derdorê jî bike û xeteriya wê li hemû herêmê bike. Di derbarê Rojavayê Kurdistanê de Koçer da zanîn ku, pêwîste gelê Kurd heta dawiyê li aştiya herêmê xwedî derkeve, bi hemû hêza xwe Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi hêz bike.
Koçer di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser Lijneya Leşkerî ya ku Desteya Bilind ya Kurd biryara xistina wê di nava pratîkê de stand, ku ji hemû hêzên Kurd hate xwestin ku ji bo Parastina Gelê Rojavayê Kurdistanê cihê xwe di nav de bigirin.