Navenda Çand û Hunera Kurdî li Dêrikê semînera bi navê ''Îslam û Azadî'' bi beşdariya bi dehan kesî li darxist.
Semîner bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre rewşembîrê kurd Seîd Husam ku semîner da, li ser dîroka Îslamê axivî. Husam bal kişand ku Îslam bi wekheviya di navera zeyenda de tênaskirin.
Husam balkişand li ser rola jinan di Îslamê de û diyar kir ku, rola jinan di Îslamê de roleke pir girîng û dîrokiye. Husam da zanîn ku, di dîroka Îslamê de kuştina mirovan guneha herî mezine. Lê îro em dibînin ku li ser navê Îslamê hin komên çekdar mirovên bê guneh dikujin.
Husam destnîşan kir ku, gelê me niha di rewşekî pir zor û zehmet d jiyan dikin. Zehmetî ji ber komên li ser navê Îslamê xirabiya dikin. Ev tu girêdana wan bi Îslamê re tuneye.
Di dawiya semînera xwe de Husam diyarkir ku, Îslam ola azadiyê ye. mefê mirovan diparêze, her kes dikare wek hev di bin siya Îslamê de bijî.