Li Dêrikê polîsan daristan şewitand

Li Dêrikê polîsan daristan şewitand

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê piştî gulebarana tîmên taybet di qada daristanê de şewatê destpê kir. Li gel astengiya polîsan welatiyan agir vemirand.

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê polîsên ji bo ceribandina çekan çûn Qada GAP'ê, li gorî îdîayan gotin, "Em dê bombeyên nû bi ceribînin" qada daristanê dan ber agir. Piştî gulebaranê li qada daristanê li gelek nokteyan agir destpêkir û li gel astengiya polîsan agir ji aliyê xebatkarên şaredariyê û welatiyan ve hate vemirandin. Wekîlê Şaredarê Dêrîkê Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê yên Dêrîkê, Endamên Komeleya Civakî û Ekolojîk ya Mezopotamyayê (METOD) û gelek welatiyan agirê li qadeke berfireh destpê kir vemirandin. Hate îdîakirin ku, hinek polîsan ji welatiyan re got, "Dest jê berdin bila bişewite" Piştî welatiyan bertek nîşanî polîsan, polîs ji qada agir veqetiyan.

Piştî agir destpê kir, hemû xebatkarên Şaredariya Dêrîkê ji bo mudaxeleyê li agir bikin çûn qada şewatê. Yekîneyên vemirnadina agir yên girêdayî Wezareta Daristanan mudaxele li agir nekirin. Nêzî 80 donum qada darisatanê bigiştî şewitî. Li nêqî qada şewatê gelek qalikên guleyan hatin dîtin.