Li bajarê Dêrikê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek ji bo şermezar kirina komkujiya Roboskiyê da.
Di daxuyaniyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger komkujî şermezar kir û her wiha got ku, em bejna xwe li ber qurbaniyên Roboskiyê ditewînin.
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de balkişande ser rewşa Sûrî, Rojavayê Kurdistanê û bi taybet ambargoya li ser gel tê meşandin. Tevgera Ciwanên Şoreşger soz da ku ji bo parastina nirxên gel erkên ku bikeve ser milên wan pêk bînin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, hikumeta AKP'ê dil xwe de xwe musilman hesab dike, lê ji xwe re qetil kirina 34 qurbaniyên Roboskiyê rewa dibîne.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di dawiya daxuyaniya xwe de qurbaniyên Roboskiyê wek şehîdên gelê Kurd bi nav kir û xwe jî wek ciwanên Rêberê gelê Kurd diyar kirin.