Li Dêrika Hemko destebiratiya gel û neteweyên cûda

Li Dêrika Hemko destebiratiya gel û neteweyên cûda

Li Rojavayê Kurdistanê gelek netewe û olên cûda dijîn. Tevî hemû hewldanên rêjîma Baasê gelên Rojavayê Kurdiistanê bi biratî dijîn. Kurd li Rojavayê Kurdistanê lez didin xebatên avakirina sîstema xwe û di avakirina sîstemê de temsîliyetê dide neteweyên dinên li Rojavyaê Kurdistanê jî.

Li Rojavayê Kurdistanê pir netew û olên cûda bi hev re dijîn . Tevî ku netewe pir in, bi biratî bi hev re dijîn. Li Rojavayê Kurdistanê di navbera Kurd, Ereb, Asûrî û Ermenan de jiyana cîrantiya bi salan heye.

Di çarçaveya pêşxistina xweseriya demokratîk de meclisên hemû bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê hatin avakirin. Meclisên ku hatin avakirin ne tenê kurdan cihê xwe têde digrin, belê ereb, ermen, asûrî û tirkmen jî cihê xwe di nava meclisan de girtn. Li ser bingehên jiyana hevbeş xebatên meclisan bi rêkûpêk bûn.

Li Dêrikê jî mîna hemû bajaran din ên Rojavayê Kurdistanê netewe bi hev re biratiyê dijîn. Cejnên hev pîroz dikin, rojên teng û fireh bi hev re dibihûrînin. Di derbarê jiyana hevbeş li Dêrikê welatiyên ji netewên cûda ji ANF'ê re wiha axivîn.

Mûdûrê Aborî yê Şaredariya Dêrikê ku bi eslê xwe ereb e Ehmed Wehiş diyar kir: ''Bajarên Sûriyeyêê ne wek me ne. Biratiya gelan najîn. Em li Dêrikê bi hev re dijîn tu cûdatî me di navbera xwe de nedîtiye. Nakokiyên ku derdikevin tu carî di bingehên netewî de nebûne. Kurd, Ereb û xiristyan an bi hev re dijîn.

Welatiya bi eslê xwe ereb Beyda Îsmaîl jî bal kişand li ser dîroka xwe ya li Rojavayê Kurdistanê û got '' ev 14 sal in ez li Rojavayê Kurdistnaê dijîn, ez tu carî li rastî cûdakariyê nehatime. Ez li welatê xwe dijîn.”

Welatiyê xiristyan Fehmî Şemûn da zanîn ku hîmên biratiya gelan li Dêrikê hene, tu kes nikare cûdatiyê bixe nav netewên Dêrikê de û got: “Tevî hemû rewşên zor û zehmet ku jiyaneke wiha heye. Em bi biratî bi hev re dijîn.”

Welatiyê bi eslê xwe kurd Mihemed Derwêş jî bal kişand ser têkiliyên di navbera netewên Dêrikê behsa rola rêjîma Bass ya di tevlihevî û ewaniya di navbera netewên herêmê de kir û got: Niikarîbû jiyana me tevlihev bike. Em ji niha bi azadî bi hev girtin û biratî li Dêrkê bi hev re dijîn.”