Li bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes daketin kolanan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest. Li bajarê Helebê yê Suriyeyê jî Dayikên Aştiyê, bal kişand ku bêyî Ocalan aştî nayê Rojhilata Navîn.
Li Dêrika Hemko bi deh hezaran kes bi slogana “Em komployê û tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin” meşiyan. Bi hezaran kesên xwestin tevlî meşê bibin li Qada Azadiyê hatin cem hev. Ji bo ku tevlî meşê bibin ji bajarê Girkê Legê jî bi hezaran kes li derketina bajêr li Qada Şehîd Xebat kom bûn û bi karwanekî wesayîtan pêk dihat ber bi Dêrîkê ve derketin rê. Li nêzî Dêrîkê gundiyên gundên koçeran jî tevlî karwan bûn.
Piştî girseya ji Girkê Legê jî gihîşt Qada Azadiyê, meşê destpê kir. Di meşa ku Endamê Desteya Bilind Aldar Xelîl û rêveberên meclîsên bajaran jî tevlî bûn de, sloganên wekî, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Apo jiyan nabe”, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok” hatin avêtin. Piştî meşa li Qada Kehreba bidawî bû, Aldar Xelîl axaftinek kir. Xelîl, girêdana gel a Serokatiya xwe re û berxwedana gel silav kir û ev tişt gotin: “Derketina bi deh hezaran kesan a li Dêrîkê, mînaka azadiya gelê kurd e, ev azadî jî ji Serokatiya wan tê. Dema zarok dibêjin ‘Bê Serok jiyan nabe’ ev dibe bersiva siyaseta AKP’ê. Ez berxwedana dayîkan jî pîroz dikim. Dema ew daxwaza Rêberê Gelê Kurd dikin, ev nîşan dide ku ew azadiya xwe di azadiya serokatiya xwe de dibînin.” Piştî axaftinê çalakî bidawî bû.
DAYIKÊN AŞTIYÊ: BÊYÎ OCALAN AŞTÎ NAYÊ
Li Helebê jî, Dayikên Aştiyê bi heman armancê li pêşiya Navenda Jinê ya li Taxa Şêxmeqsud daxuyanî da çapemeniyê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Dayika Aştiyê Remziye Hesen axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir. Hesen, bal kişand ser astengkirina hevdîtina Ocalan a bi parêzerên wî re û got, “Hincetên ku rejîma Tirkiyeyê ji bo astengkirina hevdîtina bi parêzeran re nîşan didin derew in. Em bi wan bawer nakin. Divê kuştin rawestin, dem dema aştiyê ye. Em bi serokê xwe re ne, em bi aştiyê re ne. Heke Serokê me azad nebe, li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê.”
Dayika Aştiyê Emîne Musa jî ev tişt gotin: “Divê Serok azad bibe da ku aştî li Rojhilata Navîn çêbibe. Kesek dengê dayikan nabihîze, yên tên kuştin zarokên wan in. Em aştiyê dixwazin. Divê em şer rawestînin.