Li Dêrgulê 11 kes hatin binçavkirin

Li Dêrgulê 11 kes hatin binçavkirin

Leşkerên Tirk li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê û navçeyê wê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de tevî Alîkarê Serokê BDP’ya Dêrsgulê Bîlal Bekçî 11 kes binçav kirin.

Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê û gundên wê di encama serdegirtina malan de 11 kes hatin binçvakirin. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne:

Alîkarê Serokê BDP’ya Dêrgulêı Bilal Bekçi, Hacı Metin, Hasan Ayan, Nihat Ayan, Adnan Ayan, Sait Ekici, Nurettin Benzer, Ferdi Guler, Muhyettin Bayat, Yahya Cihan û Îbrahim Katar.

Sedema binçavkirinê nehate zanîn. Piştî kontrola tenduristiyê 11 kes şandin 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Şirnexê.