Li derdorî bajarokê Şêx Îsa şerê dijwar didome
Hêzên Şoreşger, bersivên xurt ên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê didin. Di şer de gelek leşker hatine kuştin.
Hêzên Şoreşger, bersivên xurt ên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê didin. Di şer de gelek leşker hatine kuştin.
Li derdora bajaroka Şêx Îsa ya li herêma Şehbayê di navbera Hêzên Şoreşger ên Şehba û leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê dewam dike.
Hêzên şoreşger bersivên xurt dan artêşa dagirker û çeteyên girêdayî wê.Komek şervanên Hêzên Şoreşger bajarokê Marî ê kuleşkerên Tirk û çete bi cih bûne kirin hedef. Di encamê şerê li vir de gelek leşkerên Tirk û çete hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmareke zelal nehate diyarkirin.
Hat ragihandin ku artêşa Tirk ji bajaroka Mari topan davêje gundên Herbil û bajarokên Şêx Îsa û Til Rifet. Her wiha leşkerên Tirk bombeyên ronahiyê jî bikar tînin.”
Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.