Li Creîlê kongreya NCDK hat lidarxistin

Li bajarê Creîlê kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat lidarxistin. Di kongreyê de êrîşên AKP'ê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Creîlê kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat lidarxistin. Di kongreyê de êrîşên AKP'ê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Fransa Creîlê, kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Kongre bi beşdariya 200 delegeyî pêk hat.

Di kongreyê de rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, komkujiyên AKP'ê beriya hilbijartinan pêk anî, êrîşên li hemberî HDP'ê hatin nirxandin û zîhniyetê qetlîemkar ê Serokkomarê Tirk Erdogan hat şermezarkirin.

'MECLÎSÊ WÊ BERSIVÊ BIDE PIRSGIRÊKAN'

Di nirxandinên li kongreyê de hat ragihandin ku meclîs dikarin ji hemû pirsgirêkên pêkhateyên civakê re bibe bersiv û bi vê perspektîfê re pêwîstiya avakirina meclîsê hat destnîşankirin.

Di hilbijartinên li kongreyê de hevserok û meclîsa ji 43 kesan hatin hilbijartin û desteya kontrol û dîsîplînê ya ji 3 kesan hat avakirin.