Li Colemêrgê xebatên vekirina rêyan didomin

Li Colemêrgê xebatên vekirina rêyan didomin

Li herêmê 3 rojin berfa dibare bandorek mezin li ser jiyanê dike. Rêyên ji ber berfê hatin girtin ji aliyê yekîneyên Îdareya Taybet ya Bajar ve tên vekirin.

Li Colemêrg û navçeyên Colemêrgê 3 rojin bênavber berf dibare û jiyanê neyînî bandor dike. Ji ber berf û bahozê riya 132 gund, 375 mezra hatin girtin. Di çarçoveya xebatên hatin kirin de heta niha riya 65gund û 191 mezrayan hate vekirin û riya 67 gund û 284 mezrayan jî hêj girtiye û yekîneyên Îdareya Taybet ya Bajar ji bo riyên gundan vebike li 28 nokteyan xebat dan destpêkirin.

Li bajaroka Silehê ya Colemêrgê hinek cihan stûriya berfê gihiştiye 3 metreyan. Yekîneyên paqijkirina rêyan, li ser rêya Kêrya Silehê rêya 8 gund û 25 mezrayan xebatan dimeşînin. Qirêder û kepçeyan nekarî riyê vebikin û wesayîta berfê bavêje di 4 demjimêran de 10 kîlometreyan pêşket û pişt re gihişte girê Şivekûrê yê 2 hezar û 700 rakim. Xebatên heta derengî şevê berdevam kirin. Riya tesîsa Mêrga Bûtê ya 4 roj berê hate girtin û 2 peywirdarên taybet asê man jî hate vekirin.

Operatorê Wesayîta Berfê Diavêje Abdurrahman Çîftçî diyar kir ku, ji ber berfa zêde li hinek cihên riya Silehê stûriya berfê 3 metre ye û wiha got: "Em li gel hemû zor û zehmetiyan riyên gund û mezrayan ên hatin girtin jî vebikin şev û roj dixebitin. Li ser wê riyê ewqas berf heye tenê bi wesayîta berfê diavêje dikare rê bê vekirin. Ji bo welatiyên li gundan rehet bin heta derengî şevê em dixebitin."