Di dema operasyonê de nêzî gundê Talê yê girêdayî navend Colemêrgê teqînekê rû da. Hate ragihandin ku, piştî teqînê li herêmê pevçûnên dijwar qewimîn.
Li nêzî gundê Talê yê ser bi navend Colemêrgê ve li ser rêya Çelê teqînek rû da û hate ragihandin ku, piştî teqînê pevçûnên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên destpêkê, 2 jê giran herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
Piştî teqînê li herêmê operasyonekî bi piştgiriya hewayî hate destpê kirin. Balefirên şer yên ji baregehên leşkerî yên Colemêrgê rabûn ber bi herêma teqîn lê çêbûyî firiyan.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, piştî teqînê rojnamevanên ku xwestin biçin herêma teqînê li noqteya Kontrola Polîsan ya Depînê hatin rawestandin.