Li Colemêrgê pevçûn bidawî bûn

Li Colemêrgê pevçûn bidawî bûn

Pevçûnên dijwar yên li Qereqola Harûna ya navbera Gever-Şemzînanê bidawî bûn, gelek balefirên şer ber bi Şemzînanê ve firiyan.

Gêrîlayên HPG’ê yên êrîşî ser Qereqola Harûna ya navbera Gever-Şemzînanê kirin. Di serde girtinê de di navbera gêrîlayên HPG’ê, leşker û cerdevana de pevçûn derket, di pevçûnê de cerdevan Abdulezîz Marmara hate kuştin, cerdevanê binavê Mikaîl Ak jî birîndar bû. Hate hînbûn ku di pevçûnê de gelek leşker jî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê. Di demjimêrên şevê de pevçûn bidawî bûn, hate hînbûn ku di dawiya pevçûnê de helîkopteran derdora qereqolê reşandin. Li aliyê din jî hate dîtn ku gelek balefirên şer ber bi Şemzînanê ve firiyan.