Li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk mudaxeleya gerîlayan

Li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk mudaxeleya gerîlayan

Hat ragihandin ku operasyonên artêşa Tirk li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yê Colemêrgê hatibûn destpêkirin ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatiye rawestandin. HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk nikare ber bi pêş ve biçe û li girên Konserve û Garê pevçûnên dijwar diqewimin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyonên artêşa Tirk li Colemêrgê dane destpêkirin de daxuyaniyek da got; “Operasyonên ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yên Colemêrgê, li rastî mudaxeleya gerîlayên me hatine û hatine rawestandin.”

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Hêzên dijmin ên ku di 27’ê îlonê de li Geliyê Zapê yê girêdayî navçeya Çelê tevlî operasyonê bûn, hatine rawestandin û li cihê ku lê mane, hatine tengavkirin. Li hemberî vê yekê artêşa adgirker a Tirk ketin û derketina Geliyê Zapê qedexe kiriye û zextan li gel dike. Ev herêm hîna jî di bin kontrola gerîlayên me de ye.

1’ê cotmehê, saet di 24.00 de gerîlayên me li dijî artêşa dagirker a Tirk a ku dixwest derbikeve Girê Meleyan ê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li dar xistine. Gerîlayên me artêşa dagirker a Tirk rawestandin û hejmara kuştî û birîndarên di çalakiyê de nehatiye zelalkirin.

2’yê cotmehê saet di 04.00-05.30 de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî hêzên artêşa dagirker ên ku dixwestin derbikevin navserên Garê çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek bi qasî saetek û nîv berdewam kir, qewimiye. 2 helîkopterên kobra yên ji bo mudaxeleyê hatin, li rastî çalakiya bersivdayînê ya gerîlayên me hatin, neçar man paş de vegerin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkerên dijmin ên di çalakiya li vê herêmê de, nehatine zelalkirin.

2’yê cotmehê saet di 08.00 de gerîlayên me li dijî artêşa dagirker a Tirk a ku bi armanca bidestxistina navsera Ranyapîrê ber bi pêş ve dihat, çalakiyek hemwext li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, û leşkerek jî birîndar bûye.

Artêşa dagirker a Tirk a ku hate rawestandin, 2’yê cotmehê saet di 08.30-09.00 Girê Konserve û Girê Garê bi balefiran bombebaran kiriye. Pevçûnên li herêmê hîna jî berdewam dikin.

Artêşa dagirker a Tirk li herêmên Çarçela û Mêrgezerê yên girêdayî navçeya Geverê dabûn destpêkirin. Gerîlayên me di 1’ê cotmehê saet di 13.00 de li dijî hêzên operasyonê yên li Girê Çeta çalakiyek li dar xistine. gerîlayan bi awayeke bi bandor li hemû hedefan dane û hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.

Artêşa dagirker a Tirk a ku li vir hate rawestandin bi helîkopterên Skorsky gelek leşker û cebixane veguhestine Girê Çeta. Saet di 21.30-22.30 de herêmên Çarçela û Mêrgezerê bi balefirên şer hatine bombebarankirin, saet di 21.30-23.00 herêma Geliyê Doskî bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.