Li Colemêrgê beriya cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Demhat Pepe û Emrah Kaya bên definkirin, esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Cenazeyê gêrîla Pepe dê li navçeya Geverê, yê gêrîla Kaya jî li navenda Colemêrgê dê di demjimêrên nîvro de bi girseyî bên defin bikin.
Di 7'ê Çileyê li navçeya Çelê ya Çolemêrgê 14 gêrîlayên HPG'ê di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 12 gêrîlayan biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û cenazeyê 2 gêrîlayan jî hêj li herêmê ye. Duh malbatan piştî serî li dozgeriya komarê dan, malbatên gêrîla Demhat Pepe û Emrah Kaya, cenazeyên zarokên xwe wergirtin û anîn Colemêrgê. Îro di demjimêrên nîvro de dê cenazeyên gêrîla Pepe li navçeya Geverê û yê gêrîla Kaya jî li navenda Colemêrgê bi girseyî bên definkirin. Beriya ku li Colemêrgê cenaze bên definkirin
Welatî neçûn ser kar û esnafan dikanên xwe venekirin. Cezayê gêrîla Kaya, dê li taxa Sumbulê li Goristana Serê Solan bi girseyî bê definkirin. Cenazê gêrîla Demhat Pepe (Bahoz Bahar) jî dê di demjimêr 14.00‘ de li Goristana taxa Ormanê bê definkirin.