Li Colemêrgê ciwanên ku biboneya yekemîn salvegera komkujiya Roboskiyê li taxan çalakî pêkanîn, polîsan êrîş kirin. Pevçûnên di navbera polîsa û ciwana de didomin.
Ciwanên komkujiya Roboskiyê ku sala borî îro Kurdên Roboskiyê bombebaran kirin û piraniya wan zarok 34 Kurd qetilkirin, protesto kirin, li taxên Gazî û Pehlîvanê derketin ser rêyan û bend danîn. Ciwana bi sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin. Polîsan bi gaza bîberê û ava şid êrîşî meşa ciwana kir. Ciwana jî bi keviran bersiva polîsan da. Bûyer li taxên Gazî û Pehlîvan didomin.