Li navenda Colemêrgê û noqteya Polîsan ya Depînê dengê çekan bilind dibe.
Li navenda Colemêrgê li derdora demjimêrên 22.20’an de dengê çekan bilind bû. Dengê çekan ku destpêkê ji navenda bajar hat, pişte bigiranî li noqteya Polîsan Depîn dengê topan û çekan tê. Her ku diçe dengê çekan li bajar zêde dibe, her wiha hate dîtin ku balefirên şer ber bi Geliyê Zapê ve firiyan.
Li aliyê din ji Çiyayê Simbil noqteya Polîsan ya Depînê hate gulebaran kirin, helîkopter jî Çiyayê Simbil bombebaran dikin. Her ku diçe pevçûn zêde dibin.