Li Colemêrgê 7 kes hatin girtin

Li Colemêrgê 7 kes hatin girtin

Polîs û leşkerên ku di ser malên gundê Dêzê yê girêdayî Colemêrgê de girtin û 12 kes binçavkiribûn, ji wana 7 kes hatin girtin.

Ji 12 kesên ku di encama serdegirtina polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê û leşkerên Fermandairya Cendirmeyan ya Bajar ve li gundê Dêzê yê girêdayî Colemêrgê hatibûn binçavkirin û duh biribûn Wanê 7 jê hatin girtin. Duh sibehê ji 7 kesên ku li dozgeriyê îfade dan keyayê gund Mûsa Adiyaman, Ayhan, Orhan, Eyûb û Selman Adiyaman li dozgeriyê serbest hatin berdan. Şakir û Abdullah Adiyaman, Ahmet Yîgît, Semra Yîgît, Îdrîs Gumuşlu, Azîz Akdogan û hevjîna wî Hediye Camî jî bi hinceta ku “alîkarî û malovanî ji rêxistinê re kirine” sewqî Dadgeha Nobedar ya Cezayê Giran kirin. Her 7 bi heman hincetê hatin girtin û şandin girtîgehan.