Li Colemêrgê 7 cerdevan û 5 çawişên pispor îstîfa kirin

Li Colemêrgê 7 cerdevan û 5 çawişên pispor îstîfa kirin

Li gundê Nîşe yê girêdayî navend Colemêrgê 7 cerdevanên ku çûyîna operasyonê red kirin çek berdan. Hate îdîakirin ku, 5 leşkerên bipaye yên ji ber şerê dijwar yê li Qereqola Zapê psîkolojiya wan xirab bûye îstîfa kirin.

Li gorî agahiyan, rojên borî cerdevanên li gundê Nîşe jiyan dikin birine qereqolê û jê xwestine ku tevlî operasyona li Çiyayê Kato bibin. Lê belê cerdevana çûyîna operasyonê redkirin. Piştî nîqaşên derketîn 7 cerdevana çekên xwe danîn. Piştî ku cerdevana çekên xwe radestî qereqolê kirin ji qereqolê derketin. Hate diyarkirin ku, cerdevanên din yên gund xwe amade dikin ku îstîfa bikin.

Li aliyê din li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, hate îdîakirin ku ji ber sedema şerê dijwar yên rojên dawî li ser xeta Şemzînan –Çelê tê kirin, psîkolojiya 5 çawişên pispor yên li Fermandariya Qereqola Zapê erkdar îstîfa kirine. Hate îdîakirin ku, leşker vegeriyane memleketên xwe.