Li Colemêrgê 5 kes hatin girtin

Ji 26 kesên ku li Colemêrgê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, 7 anîn edliyeyê. Ji 7 kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin, 5 hatin girtin.

Ji 26 kesên ku li Colemêrgê di serdegirtinên malan ên 12’ê Cotmehê de hatin binçavkirin, Şaredarê berê Kazim Kûrt, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Emîne Armût, Nûnerê Sendîkaya Yapi-Yol a girêdayî KESK’ê Îlhan Akbaş, ji rêveberên DBP’a bajêr Enîse Aktaş, Menav Kanat, ji rêveberên berê yê DBP’ê Omer Kaya û xebatkarê şaredariyê Mesût Ozdemîr piştî karûbarên li Emniyeta Bajêr sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dozgeriyê ji 7 kesên ku bi îdîaya “alîkarî dane rêxistinê” sewqî  1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hatin kirin, Aktaş û Kanat hatin berdan, Kûrt, Armût, Akbaş, Kaya û Ozdemîr hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Colemêrgê.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan li ber edliyeyê daxuyanî da, li dijî girtinan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev bêhiqûqî ne.

Hevserokê HDP’a Bajêr Metîn Besî û Serokê HDP’a Navçeya Navendî Asim Ozcan û Cîgirê Şaredar Behçet Kanat ê qeyûm li şûna wî hatiye tayîn kirin jî tê de, 19 kes ev 16 roj in li emniyetê tên ragirtin.