Li gundê Kirikdag ê girêdayî navenda Colemêrgê di encama serdegirtina malan de tevî keyayê gund 12 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Colemêrgê li gundê Kirikdag ku 20 km ji navenda bajêr dûr de girtin.
Di encamê de tevî Mûsa Adiyaman, 12 kes hatin binçavkirin. Sedema kesên hatin binçavkirin nehate zanîn û hate diyarkirin ku piştî kontrola tenduristiyê birin Emniyeta Colemêrgê.