Li Colemêrg û Dêrsimê 2 rojan navber dan dibistanan

Li Colemêrg û Dêrsimê 2 rojan navber dan dibistanan

Ji ber sedema berfa zêde ya li Bakûrê Kurdistanê li Colemêrg û Dêrsimê du rojan navber dan dibistanan. Li Colemêrgê ji ber sedema berfê rêya zêdetirî 100 gundan hate girtin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, ji ber berfa zêde ya li Dêrsim û Colemêrgê du rojan navbera dan dibistanên seretayî û amadeyî. Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde, stûrahiya berfê giha nîv metreyê û her wiha rêya zêdetirî 100 gunda jî hate girtin.

Li aliyê din jî şeva din aşût kete ser rêya Colemêrg-Wanê û di encama xebatan de rê tenê di yek xetê de hate vekirin. Hate ragihandin ku, rêya di navbera Gever-Şemzînan û Gever-Colemêrgê de jî pir bi zehmetî çûn û hatin çêdibe.