Li Colemêrg û Çewlikê operasyonên leşkerî

Li Colemêrg û Çewlikê operasyonên leşkerî

HPG’ê der barê operasyonên artêşa Tirk li Colemêrg û Çewlikê daye destpêkirin de agahî da û diyar kir ku gerîlayan li Farqînê bi ser şantiyeya bendavek bi armanca leşkerî de girtine.

Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê diyar kir ku artêşa “dagirker” a tirk li dijî derdorên Şemzînan, Çelê û Gevera Colemergê de operasyonê nû daye destpêkirin û der barê operasyonan de ev agahî hatin dayîn;

“Operasyona li Geliyê Zapa Çelê berfireh dibe û berdewam dike. Di 30'ê îlonê de di saet 20.00'an de li dijî baregeha leşkerî ya ewlekariya Alaya Bîlîcanê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

Di 30'ê îlonê di saet 19.00'an de li dijî Qereqola Bêsosîn a Geverê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Di 30'ê Îlonê de di navbera saet 08.30-10.00'an de li dijî herêma Nehrê bi helîkopterên kobrayan, di navbera saet 08.00-09.00'an de jî li dijî Girê Konserve û Geliyê Ava Hecîbegê jî bi hewan û obusan ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hatiye bombekirin. Li gel van bombebaranan jî li dijî Genîştepe û herêma Gostê ji çar baskan ve operasyoneke nû hatiye destpêkirin.

Di 30'ê Îlonê de di navbera saet 20.00-21.00'an de li dijî herêma Çarçela û Mergezerê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

Di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 04.30-05.00'an de li dijî heman herêman bi hewan û obusan hatiye bombebarankirin. Piştî bombebaranan li dijî Girê Çeta ya bi ser Çalareş û Mergezerêya bi ser Geverê operasyoneke nû hatiye destpêkirin.

Di 30'ê îlonê de li di navbera saet 19.00-20.00'an de ji bo qereqolên Oramar û Şitazinê bi ser Geverê bi gelek helîkopterên skorskyên kargoyan alavên leşkerî û cebilxane hatiye veguheztin.

Di 30'ê Îlonê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li dijî Girê Gafûr ê bi ser Oramarê bi balefirên şer dîsa di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 09.00-09.30'an de bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê têkildarê operasyonên li Çewlikê jî ev agahî da: “Di 1'ê Cotmehê de di saet 06.30'an de li bajaroka Ýlicalara Çewlikê li dijî herêmên Şehîd Qehreman, Kanyan, Quntarên Ozgur, Dallitepe, Gol û Kotê yên bi ser Şehîd Serxwebûn in ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya kobrayan operasyonek hatiye lidarxistin. “

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîlayan di 30’ê Îlonê de li navçeya Farqîna Amedê, bi ser şantiyeyek a bendava bi armanca leşkerî de girtine û got; “Karkerên di şantiyeyê de hatine hişyarkirin û serbest hatine berdan. Gerîlayên me piştre kepçeyek û beşek mezin a şantiyeyê şewitandine. Operasyona piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve hatiye destpêkirin didome.”