Li Colemêrg, Şirnex û Dêrsimê çalakiyên gerîlayan

Li Colemêrg, Şirnex û Dêrsimê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG’ê li navçeyên Gever û Şemizînanê yên di bin kontrola gerîlayan de di 12-15’ê Îlonê de hin rêze çalakî li dar xistin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di van çalakiyan de 15 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyê berfireh ên der barê çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînan, Gever, Şirnex û Dêrsimê de da. Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

LI GEVER Û ŞEMIZÎNAN 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

-Di çarçoveya serweriya gêrîlayên me yên di xeta navçeyên Şemzînan-Gever yên Colemêrgê de, di navbera dîrokên 12-15’ê Îlonê de çalakiyên cûda cûda pêk anîne. Li gorî vê:

9’ê Îlonê artêşa dagirker ya TC’ê li herêma Senala ya ser bi Şemzînanê ve operasyon dabû destpê kirin û di 12’ê Îlonê berfireh bû, li dijî vê operasyonê gêrîlayên me 3 çalakiyên cûda pêk anîne.

Di demjimêrên 05.00’and de piştî ku hêzên dijmin daxistin girê Senala, piştî nîvro gêrîlayên me li dijî hêzên dijmin yên ji sê aliyan ve xwestin xwe daxin Geliyê Nehrê çalakî pêkhatiye û di çalakiya yekem de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di êrîşa duwem ya li ser milê duwem de jî 11 leşkerên dijmin hatine kuştin. Gêrîlayên me ku di navbera gundên Tuwa û Kerkîtê de li dijî milê sêyem yê xwest xwe daxîne Geliyê Nehrê çalakî pêkanî, li vir leşkerek kuştine û leşkerek jî birîndar kirine.

Helîkopterekî skorsky ji bo mirî û birîndarên xwe bibe hate herêmê gêrîlayên me derbe lêdaye, piştî derbeyê neçar maye ji herêmê dûr bikeve. Pevçûnên di navbera gêrîlayên me û hêzên dijmin ku heya demjimêr 18.30’an dom kir, piştre hêzên dijmin neçarmane paşve biçin. Dijmin di demjimêr 22.00’an de bi gelek helîkopterên skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê dûr xistine.

Di 12’ê Îlonê di navbera demjimêrên 14.00-15.00’an de gêrîlayên me li dijî hêzên dijmin yên li herêma Gewrezînê ya ser bi Şemzînanê ve çalakî pêkanîne, di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.

Her wiha gêrîlayên me di 14’ê Îlonê navbera demjimêrên 13.00-16.00’an de 4 çalakiyên cûda pêkanîne, di encama çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin, 1 jî birîndar bûye.

Di roja 15’ê Îlonê navbera demjimêrên 12.00-18.00’an de li herêma Geliyê Doskiya yê ser bi Geverê ve, li ser rêya Gever-Oremarê gêrîlayên me rê kontrol kirine. Gêrîlayên me di wesayîtên rawestandî de kontrola nasnameyan kirine û gel di derbarê pêvajoyê de agahdar kirine.

Weke din gêrîlayên me di 15’ê Îlonê demjimêr 22.00’an de dîrketên elektirîk û telefonê yên diçin qereqola Oremar û Şitazinê rûxandine.

LI ŞIRNEXÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

-Di 15'ê îlonê de di saet 11.00'an de li Şirnexê li dijî Tugaya Leşkerî ya TRT'ê ya bi ser Gabarê ye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalaiyê de du kozikên nobedariyê hatiye hedef girtin, yek ji wan hatiye rûxandin, yek jê jî texrîp bûye. Herweha 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî derdora cihê çalakiyê û herêma Navserê ya Gabarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan bê ser û ber hatiye bombekirin.

LI DÊRSIMÊ ÇALAKÎ

- Di 15-16'ê îlonê de l iser riya Dersim û navçeya wê Pulurê li nêzî herêma Pira Wengê ji aliyê gerîlayên me ve bi navber rê hatine kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin. Di 14-15'ê îlonê de jî li navçeya Pulura Dersimê li dijî Geliyê Sal ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de li herêmê şewata daristanan destpêkiriye. Piştî bombebaranê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Sultanbabaya Pulurê leşker daxistiye. Herweha di 14'ê îlonê de li dijî herêma Yasakliya Pulurê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê bi bombebaranan berdewam dike.

-Di 15'ê îlonê de di navbera saet 18.00-23.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêma Cîloyê biçûk, Gundê Şifreza û Bircelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di 13'ê Îlonê de li navçeya Gewaşa Wanê li dijî şantiyeke ya walitiyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayitên li şantiyeyê hatiye şewitandin.

-Di 14'ê Îlonê de di saet 15.00'an de li navçeya Artemîta Wanê li nêzî gundê Gimê li dijîleşkerên artêşa dagirker a tirk ên bi wesayitên sivîl leşkeran vediguhezînin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayitek hatiye rûxandin, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin leşkerek jî birîndar bûye.