Li Colemêrg, Agirî û Şirnexê 35 leşker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bi berfirehî didome. Di çalakiyan de ku li Colemêrg, Agirî û Şirnexê hatin lidarxistin, herî kêm 35 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin;

COLEMÊRG

“13’ê Cotmehê danê êvarî hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li girê Petrût a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeperek hate ruxandin, 4 leşker jî hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC qad da ber çekên giran.

9’ê Cotmehê saet 19.30’an dema leşkerên Tirk ji qereqola Girê ber bi qûntarên girê Cigerxwîn a girêdayî Çelê derbas dibûn, hêzên gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Li vir kuştî û birîndarên dijmin hene, lê hejmar nehate zelalkirin.

13’ê Cotmehê saet 13.00’an dema leşkerên Tirk ber bi girê Şehîd Zekî yê girêdayî Çelê diçûn, hêzên gerîlayên me ew xistin kontrolê û saet 14.00’an ji 2 baskan ve çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ku ji du baskan hate lidarxistin, bi giştî 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC domahiya 2 saetan qad da ber obus û hewanan.

13’ê Cotmehê danê sibehê hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên li girê Koordîne çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

14’ê Cotmehê (îro) saet 06.30’an dema nêzî 30 leşkerî mabeyna Alaya Garê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê û tesîsa masiyan diçûn nuqteya asayîşê, hêzên gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi 5 wesayîtên zirxî, gelek ambûlans û helîkopterek Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirin.

ŞIRNEX

13’ê Cotmehê saet 16.30-17.00’an leşkerên ku hatin mintiqa Kêlik ya navçeya Qileban a Şirnexê, qada Deriyê Dawetiya ketober dan ber guleyan. Li ser vê jî gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî bersiv dan û leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên Çete û Maymûn ên girêdayî navçeya Qilebanê; qadên Deriyê Dawetiya, Girê Nêriya û girê Şehîd Rênas bi obus û hewanan bomberdûman kirin.

12’ê Cotmehê saet 16.00’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku ber bi girê Şehîdan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ketibûn tevgerê, çalakiya sûîqestê li dar xistin û li vir leşkerek hate kuştin.

13’ê Cotmehê saet 16.00’an komek leşker ên li derbenda Girê Hêliza ya li qada Şehrîban a Şirnexê ji hêla hêzên me hatin kontrolkirin û çalakî hate lidarxistin. Li vir leşkerek hate kuştin. Operasyon hê jî li qadê dewam dike.

Li ser rêya Şirnex-Cizîrê, navbera gundên Avkamasiya û Îkîzceyê artêşa Tirk kemînan datîne.

AGIRÎ

11’ê Cotmehê artêşa Tirk qadên Şehîd Dogan, Şehîd Reşît û Şehîd Ararat ên girêdayî navçeya Giyadîn a Agiriyê bi obusan bombe kir. Piştî bombekirinê, saet 12.00’an li dijî leşkerên ku operasyona bejahî li dar dixistin, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo bîranîna gerîlayên me yên ku li qadên Çemçê û Tendurekê şehîd bûn, çalakî hate lidarxistin. Di serî de leşker ji 3 baskan hatin kontrolkirin, saet 16.45’an jî çalakiyên kemînê hatin lidarxistin. Di encama çalakiyê de 11 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di encama çalakiyên sûîqestê de leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Şer cih bi cih heta danê êvarî dewam kir. Ev hewldana operasyonê ku bi giştî 12 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn, hate bêbandorkirin. Piştre qereqolên li nêzî herêmê heta roja 13’ê Cotmehê ev qad bi awayekî dijwar bi obusan bombe kirin. Yekîneya me ya çalakiyê bi awayekî saxlem vegeriya bargehên xwe.

AMED

Van 3 rojên dawî, helîkopterên Kobra derdora gundê Sisê yê li qada Peşî Kevir a girêdayî navçeya Licê ya Amedê bomberdûman dikin. 13’ê Cotmehê qada mabeyna gundên Helhel û Zengê ji hêla leşkeran bi obusan hate bombekirin.

DERSİM

Operasyona ku artêşa TC 11’ê Cotmehê li qada Geliyê Xarçik a girêdayî Dersîmê dabû destpêkirin, roja 13’ê Cotmehê saet 19.00’an bêencam vekişiya.”