Li Taxa Yafes ya Cizîrê molotof kokteylî avêtin wesayîta akrep ya polîsan. Wesayîta polîsan di nava agir de ma, pevçûna di navbera ciwan û polîsan de demek dirêj dom kir.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê komek ya ciwana ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Yafes molotof kokteylî avêtin wesayîta akrep ya polîsan. Molotofa ku li akrepê ket, şewat derket û yên tê de derketin û agir temirandin. Piştî bûyerê gelek polîs veguhestin taxê. Ciwana li dijî êrîşa bombeyên gazê bi molotof û keviran bersiv da. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de demek dirêj dom kir.
Li aliyê din bombeya deng avêtin Fermandariya Garnîzonê ya li Taxa Nûr. Bombe bidengek mezin teqiya, hate ragihandin ku, polîsan li nava navçeyê tedbîrên berfireh girtin.