Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serê sibê polîsan bi awayek hemwextî bi ser gelek malan de girtin û di nav de zarok jî heyî 9 kes binçav kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan 9 kes binçavkirin. Polîsan li taxên Cûdî û Nûrê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 4 jê zarok 9 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de alav û amûr tev li hev kirin û gelek alavên welatiyan desteser kirin.
Polîsan kesên bi navê Cemal Gasyak (31), Ferhat Şakar (22), Ahmet Duygu (25), Î.D. (17) , Nevzat Oguş (18), Faruk Çetin (26), A. A. (16), A.K. (16) û U.E. binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Hate zanîn ku bi hinceta tev li çalakiyan bûne û li dijî polîsan derketine hatin binçavkirin.