Li Cizîrê tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin

Li Cizîrê tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê komekî ciwanan bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Pira Cizîrê li trafîkê girtin û bi bombeyên deng û fişekên hewayî êrîşî wesayîta zirxî kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê komekî ciwanan Pira Cizîrê ya li ser kolana Yafes bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li trafîkê girtin û agir pêxistin. Wesayîta zirxî ya dixwest êrîşî bûyerê bike û polîsên bi bombeyên gazê û guleyê rast êrîşî ciwana kir, ciwana jî li herêma Çar rêyê bi bombeyên deng û fîşekên hewayî bersiv dan polîsa.

Koma li ser Pira Cizîrê rê li trafîkê girt û mudaxele lê nehatin kirin, piştî demek dirêj kom belav bû.