Li Cizîra Şirnexê di salên borî de bi armanca kêmkirina kadroyên cerdevaniyê, cerdevanên ku bi salan e li dibistanan wekî xedeme hatin peywirdarkirin, ji hêla Qeymeqamiya Cizîrê ve ferman hate dayîn ku di dema pêş de divê ew tevlî operasyonên Cudî- Gabarê bibin.
Cerdevanên berê yên ku di serdema hikûmetên berê de, bi armanca kêmkirina kadroyên cerdevaniyê bi awayekî demdemî li dibistanan hatin peywirdarkirin, niha bang li wan tê kirin ku tevlî operasyonan bibin. Bi daxwaza rayedarên leşkerî , ji bo operasyonên ku wê bibin ser çiyayên Cudî û Gabar ên Cizîrê û çiyayên Kilîsê, ji hêla Qeymaqamê Cizîrê, Şenol Koca ve , bang li komek cerdevanên berê yên ku li dibistanên seretayî yên navçeyê bi awayekî demdemî dixebitîn hate kirin ku ew ji bo tevlî operasyonê bibin kar û barê xwe bikin.
Hate zanîn ku ev teblîgat gihaye ber destê 50 cerdevanên ku li dibistanên navçeyê yên wekî Kamîl Acûn, Ataturk, Fatîh, Menderes, Cumhurîyetê peywirdar in, hate angaşt kirin ku ferman ji hêla Fermandariya Giştî ya Şirnexê ve hatiye dayîn.
Hin cerdevanên ku bertek nîşanî vê biryarê dan ku debara xwe bi 750 TLyî dikin, diyar kirin ku ji bo ku ew di dibistanan de karên paqijiyê bikin peyman bi wan re hatine çêkirin lê niha daxwaz ji wan tê kirin ku ew biçin operasyonan, heke ev li ser wan were ferzkirin ew ê îstîfa bikin.
Di 2005an de dema ku nîqaşên rakirina cerdevaniyê dihatin kirin û dihate nîqaşkirin ku li deverên din wan bidin xebitandin, bi biryareke hikûmetê re biryara ku pêdivî çêbû cerdevan dikarin li dibistanên seretayî, lîse û dibistanên razanê yên li navçeyê wekî xizmetkar bixebitin, hate sepandin.
Tenê li Şirnex û Hekariyê ji 300î zêdetir cerdevan li dibistanan wekî xizmetkar dixebitin, hate zanîn ku heman sepanîn li herêmê li gelek navçeyên din jî heye.