Li Cizîrê serdegirtina malan: 3 jê zarok 7 binçavî

Li Cizîrê serdegirtina malan: 3 jê zarok 7 binçavî

Bi tevlîbûna tîmên taybet û sivîlên polîs li navçeya Cizîrê di ser gelek malan de girtin û 3 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê polîsên sivîl û tevgera tîmên taybet di demjimêrên şevê de di ser gelek malên taxên Cûdî û Nûrê de girtin. Di serdegirtinan de mal quncik bi quncik hatin lêgerîn û 7 kes hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirin 7 kesan nehate zanîn û navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: O.B (17), M.O., F.K. (17), Serhat Ozmen, Mesût Seven, Husnu Sûngûr û Ahmet Darga.