Li Cizîrê qetilkirina 3 jinên Kurd hate şermezar kirin

Li Cizîrê qetilkirina 3 jinên Kurd hate şermezar kirin

Qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevlîbûna hezaran kesî ve hat şermezar kirin û ji bo şermezarkirina komkujiyê name ji hikumeta Fransayê re şandin.

Ji bo şermezarkirina sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi pêşengtiya DOKH û Meclisa Jinan ya BDP'ê meş hat li dar xistin. Di meşê de li ber Mala Şaredariyê û Malên Taziyê ku li kolana Cudîyê bi hezaran kes hatin cem hev wêneyên sê siyasetmedarên Kurd û bi pankarta ku li ser, “Em dê di rêya sê jinên azad de, têkoşînê bilind bikin' , 'Şehadeta we gotina me ya serketinê ye, tolhildan soza me ye' û 'Bê Ocalan aştî pêk nayê' dinivîsî hildan û ji kolana Cûdiyê heta li ser caddeya Nisêbînê meşiyan.

Di meşê de Endamê Meclisa BDP'ê Alî Damar, Serokê navçeya BDP'ê Mehmet Ata Bîlen, aktivîstên DOKH'ê jî cih girtin û bi sloganên 'Bijî Serok Apo' , 'Şehîd namirin' ji caddeya Nisêbînê heta Şubeya PTT'ê ya Cizîrê meşiyan. Hevserokê BDP'ê ya Cizirê Şerîfe Acar axivî û wiha got: " Komkujiya li Parîsê bi awayeke hovane pêk hatiye û da diyar kirin ku, em komkujiya sê siyasetmedarên Kurd şermezar dikin." Piştî axaftina Acar bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ji hikûmeta Parîsê re name hat şandin.