Pevçûnên piştî 2 teqînên li Dibistana Amadeyî Dîcle ya Cizîrê, di navbera polîs û ciwanan de destpê kirin bi dawîbûn. Di pevçûnan de 2 ciwan bi bombeyên gazê yên polîsan birîndarbûn.
Piştî li Dibistana Amadeyiya Dîcle ya li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê 2 teqînê pêk hatin ambulans, îtfaiye û gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê kirin. Piştî teqînê dibistan hate valakirin û xwendekar li dora dibistanê kombûn. Polîsan li dibistanê lêkolîn kirin. Li gorî agahiyan teqîn ji ber bombeya deng pêk hat û li dibistanê zirara madî pêk hat. Ji ber teqînê hinek xwendekar li ser hişên xwe çûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Dema li dibistanê lêkolînan berdewam dikir di navbera xwendekar û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li ciwanan kir û ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. Pevçûnên li ber dibistanê destpê kirin li taxa Cudî û kolanên Nisêbîn û Çarriyê belavbûn. Li Kolana Nisêbînê bombeyên gazê li serê 2 xwendekaran ket. Xwendekarên birîndarbûn ji bo ku neyên biçavkirin neçûn xweşxaneyê. Piştî polîs paşve hatin kişandin bûyer bi dawîbûn.