Piştî li Dibistana Amadeyî ya Dîcleyê li Taxa Cûdî ya Cizîrê du teqîn çêbûn, di navbera polîsa û ciwanan de pevçûna rû da.
Teqîna ku di demjimêr 12.15’an de li Dibistana Amadeyîya Pir Program ya Dîcleyê ku li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê ye rû da, 3 xwendekarên li ser hişên xwe çûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate ragihandin ku teqîn ji ber sedema bombeyên deng rûdaye, ji ber teqînê xwendekarên di dibistanê de derxistin derve.
Piştre polîs hatin cihê bûyerê û hûrkolîn pêkanîn. Di dema hûrkolîna polîsan de di navbera ciwanên slogan avêtin û polîsan de pevçûn qewimî. Pevçûnên ku li ser Çar rêyê û rêya Nisêbînê destpêkirin, hêjan didomin, her wiha polîsan gelek bombeyên gazê bikaranîn. Ciwanan jî bikevira bersiva polîsan da. Pevçûn hêjan didomin.